Trump: Îran bi temamî hildiweşe
Serokê Amerîkayê Donald Trump ku şerê aborî li dijî Îranê ragihand di peyama xwe ya dawî de got: "Îran bi temamî hildiweşe."
|
Türkçe
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump li dijî Îranê peyameke nû belav kir.
Trump di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya Truth Social de wiha nivisî: "Îran bi temamî hildiweşe."
Di vê parvekirinê de ti nîşaneyên din ên aborî an siyasî nehatin parvekirin. Ji ber vê yekê, di parvekirinê de nehat diyarkirin ku ka ev daxuyanî li ser kîjan geşedanan hat belavkirin.
Beriya vê peyamê ya Trump, ji aliyê Amerîkayê ve bi navê "D-DAY Şerê Aborî" hin biryar hatin pejirandin li dijî têkbirina aboriya Îranê.
