Trump hisyariyeke nû dide Îranê: Baldar bin, dê we vede!

04 tîrmeh 2019 15:08
Trump hisyariyeke nû dide Îranê: Baldar bin, dê we vede!

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê daxuyaniya Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ku gotibû em dê rêjeya uranyumê zêde bikin daxuyaniyek da û got, “Hay ji fişarên xwe hebin. Ew fişar dê vegerin û bi we vedin.”

Trump li ser hesabê xwe yê medya civakî  derbarê daxuyaniya Serokomarê Îranê Hesen Rûhan nirxandineke kir.

Di daxuyaniya xwe de Trump got, “Îranê hişyariyeke din da. Rûhanî amaje dike ku eger rêkeftina atomî pêk neyê, ew çiqasî bixwazin dê ewqasî uranyumê bimeyînin. Îran derbarê fişaran de baldar be. Lewra dibe ku ev fişar vegerin bi ser we û bi we vedin!”