Trump hişyariya ewlehiyê da tîma neteweyî ya Îranê
Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Îranê ku beşdarbûna wan di Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an a li Amerîka, Meksîka û Kanadayê de ne ewle ye.
RûpelNews - Di daxuyaniyekê de li ser medyaya civakî, Trump got, "Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Îranê dê li Kûpaya Cîhanê were pêşwazîkirin, lê ez nafikirim ku ji bo ewlehî û parastina wan bi xwe guncaw e ku ew li wir (li Amerîka) bin."
Kûpaya Cîhanê ya 23yemîn, ku ji aliyê Amerîka, Meksîka û Kanadayê ve tê pêkanîn, dê di navbera 11ê Hezîranê û 19ê Tîrmehê de were lidarxistin.
Trump bi Serokê FIFAyê Infantino re hevdîtin kir
Serokê FIFAyê Gianni Infantino duh bi Serokê DYAyê Donald Trump re li ser beşdariya Îranê di Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de gotûbêj kir û got, "Di dema hevdîtinê de, Serok Trump careke din tekez kir ku tîma neteweyî ya Îranê, bê guman, ji bo tûrnûvaya li Amerîkayê hatiye vexwendin. Ji bo ku mirovan bîne cem hev, ji her demê zêdetir pêdiviya me bi bûyereke wekî Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê heye û ez ji bo piştgiriya wî bi dilpakî spasiya Serokê Amerîkayê dikim, ji ber ku ev careke din nîşan dide ku futbol cîhanê digihîne hev."
Îran vekişiya
Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Îranê Ehmed Donyamalî ragihand ku welatê wî dê beşdarî Kûpaya Cîhanê nebe.
Donyamalî got, "Li ber çavan vê hikûmeta gendel rêberê me şehîd kiriye, em di bin ti şert û mercî de ne amade ne ku beşdarî Kûpaya Cîhanê bibin."
