Trump hisyarî da Rûsya, Suriye û Îranê: Rawestin...

03 hezîran 2019 16:13
Trump hisyarî da Rûsya, Suriye û Îranê: Rawestin...

PeyamaKurd - Serokê Dewleta Amrîkayê Donald Trump daxwaz ji Rûsyayê kir ku li gel Sûriyê û Îranê bombebarana li dijî bajarê Idlibê rawestînin.

Donald Trump di twîttekê de Rûsya û hevpeymanên wê yên li Sûriyê rexne kir û got, cîhan li ber bombebarana bajarê Idlibê ji aliyê Sûriyê, Rûsya û Îranê ve bê deng e û tekez kir, divê ew êrîş bêne rawestandin.

'CÎHAN LI VÊ KOMKUJIYÊ TEMAŞE DIKE, RAWESTÎNIN!'

Trump di peyama xwe de got, “Ez dibihîzim ku Rûsya û Sûriyê û bi rêjeyeke kêm be jî Iran li dijî Idlibê êrişên tund pêk tînin û bê cudahî gelek ji xelkên mesûm dikujin, cîhan jî li vê komkujiyê temaşe dike, gelo armanca we çî ye, çi xêra wê yekê li we heye? Rawestînin.”

Hearing word that Russia, Syria and, to a lesser extent, Iran, are bombing the hell out of Idlib Province in Syria, and indiscriminately killing many innocent civilians. The World is watching this butchery. What is the purpose, what will it get you? STOP!

— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) 2 Haziran 2019