Trump: “Ez amade me li 15 hedefên Îranê bixim”

21 îlon 2019 03:03
Trump: “Ez amade me li 15 hedefên Îranê bixim”

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevdîtina bi serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison de, li Koşka Sipî civîneka çapemeniyê lidar xist û di behsa Îranê de weha got:

“Ez amade me li 15 hedefên Îranê bixim lê ecela min tine ye. Dorpêçên ku me bo Îranê daniye, ji yên berê gelek dijwartirin. Tişta herî hêsan ku ez ê karibim bikim, hun hêj li vê derê rûniştine, ez ê bêjim ‘haydê gelî hevalan em dest pêbikin’. Dê ev bo Îranê rojekî gelek xeter be. Tişta herî rihet ew e ku ez bêjim li Îranê 15 hedefên cuda bê erk bihêlin. Ez karim veya bikim û her tişt amade ye. Ez karim veya di nava deqeyekê de bikim. Hema li vê derê. Wê bo nivîsandina we bibe hîkayetekî. Eger şiyana min ya nekirina vêya hebe, ez ê nexwazim vêya bikim. ”