Trump di derbarê teqîna Beyrûdê de got: Teqîn mîna êrîseke xofdar e
PeyamaKurd – Li ser teqîna mezin ya do li Beyrûda paytexta Lubnanê çêbû, Serokê Amerîka Donald Trum got, teqîn mîna êrîşêke xofdar e.
Serokê Amerîka Trump di preskonferansa roja sêşemê de, bo gelê Lubnanê sersaxiyê xwe anî ziman û diyar kir, Amerîka amadeye alîkarîya Lubnanê bo teqînê bike.
Li gor karbidestên Lubnanê, teqîn ji ber amonyum nîtratên di depoyekê de çêbûye.
Di derbarê sedema teqînê de rojnamevanan di beşa pirs û bersîvan de ji Trump pirsin, ku dizane teqînên li Lubnanê êrîş e yan na.
Di bersivê xwe de Trump got, ‘‘Li gor hin generalên me, ew teqîn naşibe teqînên sanayîyê. Niha di vê qonaxê de her çiqas ew jî baş nizanin, rewş wisa xuya dike.’’
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihandibû ku di teqînê de zêdetirî 70 kesan can dane û nêzî 4000 kesên din jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin