Trump di Civata Gistî ya NY de Çîn bi tundî rexne kir

23 îlon 2020 12:32
Trump di Civata Gistî ya NY de Çîn bi tundî rexne kir

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump di civata giştî Neteweyên Yekbûyî de li ser vîrusa Korona, dewleta Çînê û WHO bi tundî rexne kir û got, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Çîn li ser belavbûna vîrusa Korona agahiyên şaş belav kirin.

Trump di Civata Giştî ya NYê de, ku îsal ji ber vîrusa Korona bi awayekî onlayn li dar dikeve, li ser vîrusa Korona bi awayekî berfireh axifî û bi taybetî Çîn rexne kir.

Trump da zanîn: ‘‘75 salan, piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyêmîn û avabûna NYê, em careke din têkoşîneke mezin ya cîhanî dikin. Em li hember dijminê xuya nake, Vîrusa Çînê ya ku li 188 dewletan bêhed însan kuştine, şerekî giran dimeşînin.’’

Serokê Amerîkayê diyar kir, wan li Amerîka piştî Şerê Cîhanê yê Duyêmîn, seferberiya herî mezin daye destpêkirin û da zanîn ku ew ê derziya vîrusa Korona bibînin, wê vîrusê têk bibin, şewbê bi dawî bikin û di aştî û aramiyê de bijîn.

Serok Trump, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî careke din rexne kir û diyar kir, wê û Çînê li ser belavbûna vîrusa Korona agahiyên şaş belav kirine.

Trump da zanîn ku karbidestên WHO û Çînê gotine kesên semptomên vîrusa Korona raber nakin, vîrusê belav nakin.

Wî destnîşan kir, Hikûmeta Çînê di demên pêşî yên şewba vîrusa Korona de serdanên navxweyî yên li welêt qedexe kirine, lê ji ber ku rê li ber serdanên li welatên derve negirtiye, bû sedema vîrusa Korona li cîhanê belav be.