Trump: “Di 15 ê meha yekê de em ê bi Çînê re peyman îmze bikin”
01 rêbendan 2020 04:09
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku wê di 15 ê meha yekê ya sala bê de, li Koşka Sipî pêvajoya yekem ya peymanê îmze bikin. Trump di ser hesabê xwe yê twitterê de weha ragihand:
“Ez ê bi Çînê re pevajoya yekem ya peymanê ku ya herî firehe, di 15 ê mehê de îmze bikim. Wê peyman li Koşka Sipî bê îmzekirin. Wê ji welatê Çînê di asta herî jor de kes tevlî peymanê bibin. Bo hevdîtinên pêvajoya duyem ez ê herim Pekînê.”
Di pêvajoya yekem de peymana bazirganiyê,daxistina bacên gumrikê,zêdekirina kirîna alaven zîraî, enerjî û hilberînê ji Amerîkayê, mafên mulkiyeta fikrî û hinek tiştên din hene.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Pûtîn û Sî peymana bazirganî îmze kirin, Trump gefa dorpêçan li Çînê xwar
06 hzr 2019
Kurdistan
Kamboçya di nav 5 mehan de 118 hezar ton birinc firot Çînê
09 hzr 2023
Jiyan
Trump: Ez ê serdana Çînê bikim
26 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin