Trump: Çima ku ji bo we kar dikim, dixwazin min bidin rawestandin

29 îlon 2019 16:37
Trump: Çima ku ji bo we kar dikim, dixwazin min bidin rawestandin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ku niha Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ketiye nav hewla ji kar dûrxistina wî, rexneyên tund li aliyên ku dixwazin wî ji kar bixin girtin.

Trump li ser twitterê got, "Welatê me di bin xeteriyeke mezin a ku beriya niha nehatiye dîtin de ye. Dixwazin min bidin rawestandin, ji ber ku ez ji bo we kar dikim.”

Trump rexne li demokratan girtin û got, ''Demokrat dixwazin; çekên we, xizmetên tenduristiyê, azadiya we û her tiştên we ji ji destê we bistînin. Nabe em destûra vê bidin. Ji ber ku welatê me di bin xeteriyeke ku berî nehatiye dîtin de ye. Pir basît e, dixwazin min bidin rawestandin, ji ber ku ez ji bo we kar dikim û ezê ti carî destûra vê yekê nedim.”