Trump: Ew dê bedelê bidin, şikir ji Xwedê re
Di daxuyaniyekê de ku tê de gotinên tund li dijî Îranê hebûn, Serokê DYAyê Donald Trump got, "Ew gelek zêde li bendê man ku li ser peymanekê danûstandin bikin ku dê ji bo wan pir baş bûya; niha ew dê bedelê bidin." Trump her wiha nivîsî, "Şikir ji Xwedê re be", û careke din li şûna peyva 'God' (Xweda), peyva 'Allah' bi kar anî.
RûpelNews - Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social daxuyaniyek da, di demekê de ku pevçûnên di navbera hêzên amerîkî û Îranî de li Rojhilata Navîn, bi taybetî li kendavê, ji nû ve derketin holê.
Di parvekirina xwe de, Trump diyar kir, "Artêşa Îranê bi temamî ji hev belav bûye. Beşeke mezin a wê, wekî hêza deryayî û hewayî ya wê, êdî heta hebûna wê jî nemaye; ew bi temamî têk çûne" û wiha domand:
"Îran tenê gotin e, kirin nîne. Zorbekarê Rojhilata Navîn miriye!!! Wan pir dirêj li bendê man ku peymanekê îmze bikin ku dê ji bo wan pir baş bûya; niha ew ê berdêla wê bidin!!!"
Cara duyemîn got 'Allah'
Trump her wiha parvekirineke din kir û got, "Medyaya Nûçeyên Derewîn red dike ku ragihîne ka ambargoya deryayî ya DYA çiqas bi bandor e," û ji destpêka şer ve cara duyemîn, li şûna peyva "God" (Xwedê) peyva "Allah" bi kar anî, û wiha lê zêde kir:
"Ambargoya herî serkeftî di dîroka şerê deryayî de. Tiştek nikare derbas bibe heya ku em nexwazin.
Dîwarekî hesinî! Îran ti bazirganiyê nake, nikare mûçeyên leşkerên xwe bide an fatûreyên xwe bide, û bi lez dibe dewleteke têkçûyî! Şikir ji Xwedê (Allah) re be!"
