Trump: 48 saetan didim Îranê | Îran: Em jî dê êriş bikin

22 adar 2026 09:07

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku, da îran Tengava Humuzê veke 48 saet dem daye Îranê. Hikûmeta Tehranê bersiva Trump da û ragihand ku, heger êrişî binkeyên enerjiya wan bê bikin Îran jî dê binesaziya Amerîka û Îsraîlê jinav bibe.

Trump: 48 saetan didim Îranê | Îran: Em jî dê êriş bikin

RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de, Trump bang li hikûmeta Tehranê kir derbarê Tengava Hurmuzê de, ku ji bo veguhestina enerjiya cîhanî xwedî girîngiyeke krîtîk e. Di parvekirina xwe de, Trump diyar kir: "Eger Îran di nav 48 saetan de bêyî ti gefan bi temamî Tengava Hurmuzê veneke, Amerîka dê li dijî gelek binkeyên elektrîkê yên Îranê, destpêkê ji ya herî mezin, jinav bibe."

Îranê bersiva gefên Trumpî da

Pasdarên Îranê, bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva gefa Trump da. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Tasnimê, ya nêzîkî hikûmeta Îranê, hat weşandin, hat ragihandin ku eger binesaziya enerjiyê ya Îranê bibe armanc, dibe ku binesaziyên taybet ên Amerîka û Îsraîlê jî wekî bersiv bên armanckirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Eger êrîşek li dijî binesaziya sotemenî û enerjiyê ya Îranê çêbibe, dê binesaziyên enerjî, teknolojiya agahdariyê û ava şirîn ên DYE û Îsraîlê yên li herêmê bên armanckirin.”