Tom Barrack ligel Serok Barzanî û Mazlûm Abdî dicive

12 hezîran 2026 19:41

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack serdana Hewlêrê dike û li vir ligel Serok Mesûd Barzanî, rayedarên Herêma Kurdistanê û Fermandarê HSD Mazlum Abdî dê bicive.

Tom Barrack ligel Serok Barzanî û Mazlûm Abdî dicive

RûpelNews - Malpera nûçeyan a "Al-Monitor"ê nûçeyeke belav kir ku tê da tê amajekirin roja duşemê ya hefteya bê, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Sûriye û Îraqê Tom Barrack li Bexdayê ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û berpirsên bilind bicive.

Li gorî çavkaniyan, Barrack ji rayedarên Bexdayê dê daxwaza hilweşandin û çekdanîna wan milîsan bike, yên ku di meha Nîsana borî de êrîşî dîplomatên Amerîkayî kiribûn.

Hewlêr: Lûtkeya dîplomasiyê

Barrack piştî Bexdayê roja sêşemê dê berê xwe bide paytext Hewlêrê. Nûnerê Trump li vir ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive. Yek ji pêşhatên herî giring jî ew e ku tê çaverêkirin Barrack li Hewlêrê ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî bicive.

Vê malperê bal kişandiye ser wê yekê jî ku ev serdan di demeke hestyar de ye; ji ber aloziyên Tengava Hurmizê û rênimayên Amerîkayê, hinardekirina petrola Îraqê ji 3.3 milyon bermîlan bo tenê 600 hezar bermîlan di rojekê de daketiye. Barrack bizavê dike ku Îraqê ber bi hevkariya enerjî û bazirganiyê ya ligel Tirkiye û Sûriyeyê ve bibe, daku girêdayîbûna wê ya bi Îranê re kêm bibe.

Al-Monitorê diyar jî kiriye ku tevî ku hêzên girêdayî Muqteda Sedir û hinek komên mîna "Esaîb Ehlî Heq" amadebûna xwe ji bo radestkirina çekan nîşan daye jî, lê çavdêr bi guman li vê pêngavê dinêrin û wesa difikirin ku taktîkeke Îranê be ji bo kêmkirina zextan di dema danûstandinên atomî de.