Tirkmen daxwazê ji Dadgeha Federal dikin giliyên li ser Parlamentoya Kurdistanê red bikin

14 cotmeh 2023 18:36
Tirkmen daxwazê ji Dadgeha Federal dikin giliyên li ser Parlamentoya Kurdistanê red bikin

PeyamaKurd – Nûnerên Pêkhateya Tirkmenan ên li Herêma Kurdistanê daxwaz ji Dadgeha Federalî dikin, giliyên li dijî çend xalên yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatine vekirin, red bike.

Li gor zanyariyan, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê derbarê giliyên li ser yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatine vekirin, civiyabû û civîn ji bo sibe 15ê Cotmehê hat paşxistin.

Ew gilî, li ser 5 xalên yasaya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ne, ku behsa hejmara kursiyên parlamentoyê, bazneya hilbijartinan û hejmara kursiyên kota yên Parlamentoya Kurdistanê dike.

Ew gilî jî, ji aliyê Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Ziyad Cebar û endama Kirîstiyanan di Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê de Amanc Necîb Şemûn ve hatine tomarkirin.

Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan yên Herêma Kurdistanê Aydin Marûf, endamên Polîtburoya Bereya Tirkmenî ya Iraqê û nûnerên çend aliyên siyasî yên Tirkmen li Iraq û Herêma Kurdistanê îro konferanseke rojnamevaniyê lidar xistin.

Marûf eşkere kir: “Di giliyê de hatiye xwastin ku hilbijartinên bê yên Parlamentoyê Kurdistanê li gorî yasaya hilbijartina 1992yan were kirin. Eger hilbijartin li gorî vê yasayê bên kirin, ti kursiyek bidest Tirkmenan nakeve. Ji ber ku di wê yasayê de, her 5 kursiyên kotayê li ser Keldan, Suryan û Asûriyan hatibûn parvekirin.”

Herwiha da zanîn: “Hinek aliyên din daxwaz ji Dadgeha Federalî kirine ku hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê li gorî yasaya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ya sala 2018an were kirin; eger li ser vê yasayê hilbijartin bên kirin jî, pêkateya Tirkmenan dê dîsa ji hilbijartinê bê dûrxistin.”

Aydin Marûf destnîşan kir: “Bi vê yekê jî, di her du yasayan de Tirkmen ji hilbijartinên bê yên parlamentoya Kurdistanê tên dûrxistin.”

Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan yên Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Hin alî dixwazin vê mijarê bi nakokiyên siyasî re tevlîhev bikin û ji bo armancên xwe yên siyasî bikar bînin.”

Herwiha diyar kir: “Em daxwaz ji Dadgeha Federalî dikin ku rewşa pêkhateyan li ber çavan bigire û vê giliyê red bike. Ev mijar girêdayî Parlamentoya Kurdistanê ye û parlamento dikare guhertinan di yasaya hilbijartinan de bike.”

Marûf eşkere kir: “Em di wê baweriyê de ne ku her biryarek li dijî pêkhateyan were girtin, dê bandorê li pêkvejiyana aştiyane ya li Herêma Kurdistanê heye û emp ê serbilind in, bike.”

Di berdewamiyê de tekez kir: “Pêkhateyên Herêma Kurdistanê bêalî ne û di nakokiyên siyasî de piştgiriya ti aliyekî nakin. Beşdarbûna pêkhateyan di hilbijartinên bê de, gelekî girîng e û divê piştgirî li beşdariya wan bê kirin.”

Herwiha got: “Pêkvejiyana netewe û pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê, mijareke gelek girîng û hestiyar e û divê em hemû bi hev re ji bo parastina vê pêkvejiyana aştiyane kar bikin.”

Marûf tekezî li wê yekê jî kir: “Em pêkhate, bi taybet pêkhateya Tirkmenan, hertim piştevaniya aramiya siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê dikin.”