Tirkiye xwest Fînlandiya û Îsweç xebatên 2 rêxistinan rawestînin: PKK û FETÖ

21 hezîran 2022 03:17
Tirkiye xwest Fînlandiya û Îsweç xebatên 2 rêxistinan rawestînin: PKK û FETÖ

PeyamaKurd – Berdevkê serokkomarê Tirkiyê İbrahim Kalın piştî bi heyetên Îsweç û Fînlandiyayê re li Brukselê axifî, di peyde li ser hevdîtnan ragihandinê kir û got ku ew ji ber terorê bi  endişe ne û weha dewam kir:

“ Divê her dû welat xebatên rêxistinên weka PKK û FETÖ yê rawestînin. Nayê qebûlkrin ku di orta Awrûpa de weka ku her dû dewletan esîr girtine xebatên xwe didin dewamkirin. Me ji ber nav 11 salan endamtiya Yûnansitan û Makedonya Bakûr red kir. Makedonya mecbûr ma navê xwe biguhêre. Paşî ji bo endamtiyê hatin dawetkirin.”

Tirkiye, Îsweç û Fînlandiya li baregeha NATO yê bi sekreterê giştî yê NATO Stoltenberg re civiyan. Di hevdîtinê de cîgirê wezîrê karên derve Sedat Önal jî hebû.