Stoltenberg bi Tirkiye, Îsweç û Fînlandiyayê re li Brukselê dicive

02 hezîran 2022 02:34
Stoltenberg bi Tirkiye, Îsweç û Fînlandiyayê re li Brukselê dicive

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg ragihand ku wê bi Tirkiyê , Îsweç û Fînlandiyayê re li Brukselê hevdîtinan bike. Jens Stoltenberg ragihand ku divê Îsweç û Fînlandiya endîşeyên Tirkiyê çareser bikin. Stoltenberg li Washingtonê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken re civiya û piştî civînê bi hevre derketin ber çapemeniyê.

Stoltenberg got ku serokê Rûsyayê Putin xwest ku bandora NATO yê li Rûsyayê kêm bike lê piştî dest bi îşxala Ûkraynayê kir, dît ku bêhtir leşkerên NATO yê di nav sînorê wî de hene. Ji ber wê, Îsweç û Fînlandiya xwestin bibin endam û endamtiya wan ya NATO yê xwurttir bike. Stoltenberg behsa endîşeyên Tirkiyê kir û weha got:

“Divê em endîşeyên temamê hevkarên xwe ji ortê rakin. Ez bawerim em ê rêyekî hevpar bibînin. Di mijarê de ez bi serokkomarê Tirkiyê Erdoğan û lîderên Fînlandiya û Îsweçê re di nav têkiliyan de me. Ez ê di rojên pêşiya me de, di asta bilind de rêvebriên her sê welatan li Brukselê bînim cem hev.

Tirkiye hevkarê me yê girîng yê NATO ye. Ez amade me tehdîda PKK ê jî di nav de, ji bo endîşeyên Tirkiyê biaxifin, em li ser masê rûnên. Niyeta min ew e ku ez berya zîrwa NATO yê mijarê çareser bikim. Divê 30 endamên NATO yê bibin hemfikir. Divê her sê welat li ser masê rûnên. Endîşeyên Tirkiyê çareser bikin.”