Tirkiye xeta hesinî heta Helebê dirêj dike: Xeta Hîcazê tê vejandin

04 nîsan 2026 12:05

Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu, ragihand ku ew plan dikin xeta hesinî ya heyî heta bajarê Helebê yê Sûriyê dirêj bikin. Ev gav wekî beşek ji xebatên vejandina "Xeta Hesinî ya Hîcazê" ya dîrokî tê dîtin.

Tirkiye xeta hesinî heta Helebê dirêj dike: Xeta Hîcazê tê vejandin

RûpelNews - Uraloglu di çalakiyeke AK Partiyê de li Afyonkarahisarê diyar kir ku armanca wan a sereke xurtkirina lojîstîk û veguhastina kelûpelan e. Wezîrê Tirk got: "Em dixwazin xeta kevn bi şêweyekî sembolîk û dîrokî vejînin, lê ji bo veguhastina baran, em ê pêşî xeta xwe ya hesinî heta Helebê dirêj bikin."

Girêdana bi Qamişlo û Iraqê re

Uraloglu her wiha eşkere kir ku ew ê xeta hesinî ya ku ji Nisêbînê ber bi Qamişloyê ve diçe jî vejînin. Bi vî awayî Tirkiye dê bi rêya xeta hesinî bi Sûriye û Iraqê re were girêdan. Hat ragihandin ku ev proje di rojeva hikûmetê de ne û giringiyeke stratejîk didin wan.

Lêçûna projeyê: 110 mîlyon dolar

Li gorî daxuyaniya wezîr, lêçûna projeya dirêjkirina xeta hesinî ya heta Helebê nêzîkî 110 mîlyon dolar e. Uraloglu bal kişand ser wê yekê ku di navbera Heleb û Şamê de xeteke hesinî ya aktîf heye û ev yek dê hêsankariyê ji bo veguhastina herêmî peyda bike.