Tirkiye û YEyê li ser koçberan biryarek sitendin

25 mijdar 2023 14:32
Tirkiye û YEyê li ser koçberan biryarek sitendin

PeyamaKurd – Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) îradeya xwe ya ji bo xurtkirina hevkariyê ji bo pêşîgirtina li koçberiya neqanûnî, têkoşîna li dijî terorê, lezkirina pêvajoyên vîzeyê ji bo welatiyên Tirkiyeyê û di vî warî de dabînkirina azadiyê piştrast kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê de, daxuyaniya hevpar a Civîna Diyaloga Bilind a Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ya li ser Koç û Ewlehiyê ku li Brukselê hat lidarxistin hat parvekirin.

Li gorî daxuyaniyê, di civîna ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya û Endama Komîsyona Karên Navxweyî ya YEyê Ylva Johansson hatin gel hev, derbarê polîtîka û kiryarên di mijara pêşîgirtina li koçberiya neqanûnî de nêrînên xwe parve kirin.

Li ser nêzîkatiyên hevpar ên li ser çend mijarên wekî ewlehiya sînor û rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan, aliyan nirxandin kirin ku çawa saziyên wan ên koç û bicihanîna yasayê dikarin hevkariyê xurt bikin.

Aliyan li hev kirin ku bi awayekî rêkûpêk bicivin da ku di asta teknîkî de pêşkeftinên hevkariyê ji bo berjewendiyên hevbeş di warên koçberî û ewlehiyê de binirxînin.