Tirkiye û komên girêdayî wê binkeyên HSDê û rejîma Sûrî topbaran kirin

17 îlon 2020 15:31
Tirkiye û komên girêdayî wê binkeyên HSDê û rejîma Sûrî topbaran kirin

PeyamaKurd –Binkeyên HSDê û rêjîma Sûriyê li nêzîkî Girê Sipî û Efrînê, ji aliyê Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, hatin topbarankirin.

Li gor zanyariyên ji Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova, hêzên Tirkiyê û komên çekdar malên sivîlan û binkeyên rêjîma Sûriyê li gundê Saronc li derdora Girê Sipî topbaran kirin. Bêyî ku amaje bi ziyanan bike.

Herwiha Rewangehê destnîşan kir, hêzên Tirkiyê û komên çekdar her du gundê Merenaz û Elqemiyê li nêzîkî navçeya Şera ya Efrînê û di destê YPGê de ne, topbaran kirin.

Hefteyek e êrîşên Tirkiyê û komên çekdar, bi giranî li ser binkeyên HSDê û li ser rêjîma Sûriyê li derdora Girê Sipî û Efrînê berdewam dikin. Di encamê de hejmarek kesên sivîl jî birîndar bûne.