Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayê wê Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin

03 hezîran 2021 21:30
Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayê wê Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin

PeyamaKurd –  Sînorên navçeya Şêrawa ya Efrînê û kantona Şehbayê ya ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve, ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayê wê ve hatin topbarankirin.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên di nav opozisyona Sûriyê, ji şeva borî ve ji navçeya Operasyona Mertala Firatê ve dest bi topbarana sînorê kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê kirine.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, şeva borî her du gundên Bênê û Kuştear li navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirine.

Herwiha hêzên Tirkiyê, gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê li navçeya Şehbayê ya li bakurê Helebê kirine armanc.

Heta niha tu zanyarî derbarê encamên topbaranê û zer û ziyanên deverên ku hatine topbarankirin de, nehatine belavkirin.