Tirkiye û Brîtanyayê nameya xurtkirina hevkariya berevaniyê îmze kir
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler û Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê Grant Shapps li Enqereyê civiyan û di navbera herdu welatan de nameya nîyetê ya xurtkirina hevkariya berevaniyê hate îmze kirin.
Piştî hevdîtinê hate ragihandin ku biryar hatiye dayîn Brîtanya û Tirkiye di çarçoveya zêdekirina ewlehiya netewî û herêmî de, di warê hevkariya ewlekariyê de ji nêzîk ve kar bihevre bikin û ji bo vê jî nameya nîyetê hatiye amadekirin.
Li gorî daxuyaniyê dê artêşên herdu welatan ji bo rahênanên leşkerî yên muhtemel ku li Derya Spî, Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn bên lidarxistin, ji bo piştevaniya ewlehiyê lêkolînê bikin.
Di hevdîtinê de, pêdiviya kêmkirina rageşiya li Rojhilata Navîn hatiye bibîrxistin û Wezîrê Brîtanî ji bo rola Tirkiyeyê ya li Deryaya Reş jî spasiya Tirkiyê kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin