DAIŞ

23 sibat 2026 15:06

​​​​​​​Wezîrê Karên Derve yê Iraqê, Fuad Husên, roja Duşemê ragihand ku hikumeta Tirkiyê razî bûye welatiyên xwe yên ku tevlî rêxistina DAIŞ’ê bûne û li Iraqê girtî ne, werbigire.

Iraq: Tirkiye dê welatiyên xwe yên endamên DAIŞê werbigire

RûpelNews - Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de, ku ajansa nûçeyan a Iraqî (INA) belav kiriye, diyar kir ku: "Wezîrê Karên Derve li Bexdayê pêşwazî li nûnerê serokê Amerîkayê Thomas Barrack û şandeya pê re kir."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Iraq "pêşwaziya biryara hikûmeta Tirkiyê dike ya ji bo wergirtina endamên DAIŞê yên xwedî nasnameya tirkî."

Li gorî wezaretê Barrack "pêzanînên xwe ji bo pêngava girîng a hikumeta Iraqê anî ziman, ku endamên DAIŞê ji navendên girtinê yên li derve veguhestine girtîgehên Iraqê, di çarçoveya xurtkirina serweriya Iraqê û girtina berpirsyariyên wê yên yasayî de."

Daxuyaniyê her wiha eşkere kir ku Iraq bi hejmarek welatan re di peywendiyê de ye da ku welatiyên wan ên di dozên terorê de cih girtine, vegerînin welatên wan ên resen.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku heta niha zêdetirî 23 hezar welatiyên Iraqî ji kampa Holê ya li bakurê rojhilatê Sûriyê, bi awayekî birêkûpêk û ewle hatine vegerandin bo Iraqê.