Tirkiye: Me li Til Rifetê êrîsî civîna YPGê kir
24 sibat 2020 22:41
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li bakurê Sûriyê êrîşek bi ser civîneke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de pêk anîne û 6 endamên YPGê hatine kuştin ku 2 ji wan jî fermand in.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê, li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, êrîş îro li bajarê Til Rifetê li bakurê Sûriyê û bi hevahnegiya soziya Îstixbarata Tirkiyê (MIT) hatiye encamdan.
MSBê da xuyakirin ku êrîş bi ser civîneke YPGê de hatiye kirin û di encama wê êrîşê de 6 kes ji endamên YPGê hatine kuştin û 2 ji wan jî fermandarên YPGê bûne.
Hîn ji aliyê HSD û YPGê ve derbarê rastiya vê êrîşê de daxuyaniyek nehatiye belav kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Artêsa Tirkiye êrîsî çeperên YPGê yên Til Rifet û gundên Efrînê kir
02 cot 2019
Jiyan
Palamentoya Tirkiyeyê ragihand: Civîna komîsyonê hate taloqkirin
12 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin