Tirkiye li aliyê Efrînê deriyeke nû yê sînorî vedike

07 adar 2019 20:46
Tirkiye li aliyê Efrînê deriyeke nû yê sînorî vedike

PeyamaKurd - Li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, hejmarek deriyên sînorî hene. Beriya kirîza li Sûriyê 8 deriyên sînorî li ser sînorê wî welatî yê bi Tirkiyê re hebûn. Niha deriyekî nû bi navê Şaxê Zeytûnê li aliyê sînorê Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê tê vekirin.

Li aliyê Sûriyê, deriyên sînorî yên li ser sînorê Tirkiyê, di destê 3 aliyên; Hikûmeta Sûriyê, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Opozisyona Sûriyê de ne, lê li aliyê din, hemû derî di bin kontrola hikûmeta Tirkiyê de ne.

Ji wan deriyan, 2 deriyên Qamişlo û Keseb di destê hikûmeta Sûriyê de ne û herdu derî jî girtî ne û ti liv û tevgereke bazirganî, yan jî hatin û çûna xelkê di wan deriyên sînorî re nayê kirin.

Niha deriyeke nû li aliyê Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bi navê deriyê sînorî yê Çiqlê Zeytûnê tê vekirin. Deriyê nû ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve tê vekirin û dikeve ser sînorê parêzgeha Hatay ya Tirkiyê.

Bi vekirina deriyê Çiqlê Zeytûnê, hejmara  deriyên sînorî yên navbera Sûriye û Tirkiyê dibe 9 deriyên sînorî.