Tirkiyê karwaneke din a leskerî sand Idlibê
26 nîsan 2020 20:13
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî karwaneke din a leşkerî ya Tirkiyê bi rêya deriyê sînorî yê Kefir Lûsîn derbasî herêma Idlibê bû.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) piştî agirbesta 5ê Adarê ya Idlibê, Tirkiye di şandina hêzên xwe bo Idlibê de berdewam e û çend xalên nû yên leşkerî ava kirine.
Tê diyarkirin ku hejmara otomobîlên leşkerî yên şeva borî derbasî Sûriyê bûne ji dema ku şer rawestiya ye heta niha gihîştiye 2 hezar û 830 wesayîtên leşkerî û digel wan bi hezaran leşker jî derbas bûne.
Tirkiyê ji 2yê Sibatê ve 6 hezar û 235 tank û wesayîtên leşkerî derbasî Sûriyê kirine ku hejmara leşkerên wan jî gihîştiye 10 hezar û 300 leşkeran.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Tirkiyê karwaneke din a leskerî sand gundewarên Idlibê
03 rbn 2021
Jiyan
Artêsa Tirkiyê karwaneke nû ya leskerî derbasî Idlibê kir
08 nsn 2022
Cîhan
SOHR: Tirkiyê karwaneke leskerî ya 50 wesayîtan derbasî Idlibê kir
30 cot 2020
Cîhan
Tirkiyê ji meha Adarê ve 4 hezar û 600 wesayîtên leskerî sandin Idlibê
12 trm 2020
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin