Tirkiye ji Amerîkayê bi guman e

07 tîrmeh 2018 23:59
Tirkiye ji Amerîkayê bi guman e

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê êdî pasevan û pagerên dewriyeyên artêşa Tirkiyê, li ser sînorê Minbicê û bakurê çemê Sacûr zêdetir bûne.
 
Piştî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê û danîna nexşerêyekê ji bo bajarê Minbicê, liv û tevgera artêşa Tirkiyê ya li derdora navenda Minbicê zêdetir bûye û îro jî 10emîn xala çavdêriyê şande wê navçeyê.
 
Tevî ku hejmarekî zêde ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Minbicê derketin jî, Tirkiye bawer nake ku hêzên YPGê bi temamî derketibin û bi guman li pêngavên Amerîkayê dinêre.
 
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşolgu, ragihand ku ligel Amerîkayê, rêkeftineke wan a eşkere û diyar, derbarê Nexşerêya Minbicê de heye, ku piştî Minbic, ew ê herin hinek deverên din ên bakurê Sûriyê.