Tirkiyê hêzeke komandoyan sand Sûriyê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyê karwaneke leşkerî ya ku ji tîmên komando pêk hatibû û hejmareke zêde ya otomobîlên zirpoşî di nav de bûn ber bi Idlibê ve bi rê kir.
Li gor agahiyan, roja pêncşemê hejmarek otomobîlên serbazî û tîmên komandoyên Artêşa Tirkiyê, ji navçeyên cuda Tirkiyê gihîştin bajarokên Kirikhan û Hassa yên ser bi Hatayê ve.
Karwana serbazî, piştre berê xwe da Idlibê û hat zanîn ku dê li navçeyên kêmkirina şer bêne bicîkirin.
Li gorî zanyariyan dê ew hêza leşkerî li xala hejmar 10 a çavdêriyê ya Tirkiyê bên bicîkirin ku dikeve navçeya Zawîye li gundewarên Hema û başûrê Idlibê.
Hat diyarkirin ku Tirkiye piştî ku hêzên Sûriyê êrîşên xwe bi ser wê navçeyê de zêde kirin, hêzeke nû dişîne heman herêmê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin