Artêsa Tirkiyê hêzeke mezin sand ser sînorên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê
PeyamaKurd – Piştî zêdebûna bi komî hatina penaberên Afgan artêşa Tirkiyê, têdbîrên li sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de tund dike.
Parêzgariya Wanê ragihand, ji ber zêdebûna hejmara penaberên Afganî ku ji sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ve derbasî nav axa Tirkiyê dibin û ji bo rûbirûbûna PKKê hêzeke zêde ya leşkerî bo ser sînoran hatiye şandin.
Li gorî daxuyaniyê hêza ku hatiye şandin. ji 9 tugayên leşkerî pêk tê û wê li 44 qerekolan û 170 bircên çavdêriyê werin bicihkirin.
Hatiye diyarkirin ku ji tîmên taybet jî 35 tîm tevî 50 otomobîlên zirxî bo ser sînor hatine şandin.
Li aliyê din çêkirina dîwarê di navbera Bakurê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê de jî berdewam dike. Li gorî parêzgariya Wanê heya niha 4.5 km dîwar hatiye danîn û 110 km xendek hatiye kolandin û têl li serê hatiye danîn.
Hêjayî gotinê ye ev demek e hikûmeta Tirkiyê tevî bi komî hatina zêde ya penaberên Afganî jî bêdeng bû û opozîsyona Tirkiyê di serî de CHPê rexneyên tund li deshilatdariyê dikirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin