Tirkiye: Gotinên Îsraîlê rûreşî û derew e

11 nîsan 2026 23:30

Wezareta Derva ya Tirkiyeyê der barê gotinên rayedarên Îsraîlê yên li dijî Serokomarê Tirkiyeyê de got: "Gotinên nerast in ev pozbilindî, û bêedebiyê ye"

Tirkiye: Gotinên Îsraîlê rûreşî û derew e

RûpelNews - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bersiv da daxuyaniyên ku ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve li dijî Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan hatibûn kirin

Wezaretê diyar kir hedefgirtina Serokomar Erdogan ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve bi îdiayên bêbingeh, rûreş û derewîn e , ev helwest nîşaneya encama wê nerehetiya ku ji ber rastiyên me li ser hemû platforman bi berdewamî tînin ziman, rû daye. 

Li gor rayedarên wezaretê armanca Netanyahu têkbirina hevdîtinan e ku niha bo aştiyê tê kirin.

Di daxuyaniyeke nivîskî ya Wezaretê de ya li ser mijarê wiha hat gotin: "Netanyahu, ku ji ber sûcên ku pêk anîne wekî 'Hîtlerê serdema me' hatiye binavkirin. Ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve ji ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê derbarê wî de biryara girtinê hatiye derxistin. Îsraîl, di bin rêveberiya Netanyahu de, niha li Dadgeha Navneteweyî ya Dadweriyê ji ber îdiayên jenosîdê tê darizandin."