Tirkiye got ku Rûsya nikare Tirkiyê ji bo firotina SIHA yan tewanbar bike

23 rêbendan 2022 00:27
Tirkiye got ku Rûsya nikare Tirkiyê ji bo firotina SIHA yan tewanbar bike

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar li ser firotina balafirên bêmirov û sîstema wan ya ji bo dewleta Ûkraynayê ku Rûsya bertekê nîşan dabû û li ser berteka Rûsyayê Akar weha got:

“Amadekirina sîstemê û bikaranîna wê di erka Ûkrayna de ye. Ji ber Tirkiyê sîstemê firotiya Ûkraynayê kes nikare Tirkiyê sûcdar bike. Bila nê jibîrkirin ku Ûkrayna ji bo NATO yê welatekî ‘Hevkariya Derfetên Pêşxisti’ ye. Tirkiye weka deweletekî endamê NATO yê, bi têkiliyên du alî û di çarçoeveya NATO yê de, destekê dide zêdekirina hêza bergiriya Ûkraynayê.”

Akar, bersiva xwe di hevpeyvîna kovara M5 ê de da ku kovar ya bergiriyê û stratejiyê ye.