Tirkiye: Em amade ne ku navbeynkariyê bikin

28 sibat 2026 16:12

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, derbarê şerê di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê de ragihand ku, ji bo ku şer reweste amade ne ku navbeynkariyê bike.

Tirkiye: Em amade ne ku navbeynkariyê bikin

RûpelNews - Wezaretê, bi daxwûyaniyeke nivîskî yekem car derbarê şerê di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê de daxwûyaniyek belav kir û da zanîn ku, Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane wek navbeynkar amade ye.

Ji hedefgirtina sivîlan metirsîdariya xwe ragihand

Wezaretê, di daxwûyaniya xwe de hedefgirtina sivîlan şermezar kir û tekez kir ku şerê her sê welatan paşeroja herêmê û aramiya cîhanî dixe xeterê. Wezaretê, bal kişand ser hiqûqa navneteweyî û hêj ku aramî û îstîqrara herêmê nehatî têkbirin bang li aliyan kir ku êrişan rawestînin.

Pêşniyara navbeynkariyê

Wezarete Derve, tekezî li ser pêwîstiya çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên herêmê kir û ragihand ku Tirkiye amade ye ku ji bo navbeynkariyê piştgiriya pêwîst bike. Her wiha hate destnîşankirin  ku parastina welatiyên Tirkiyeyê ên ku li welatên têkildarî şer dijîn erkê welat yê sereke ye  û di vî warî de hemû tedbîrên pêwîst hatine girtin.