'Tirkiye Çemê Firatê zuha dike'
04 adar 2023 14:59
PeyamaKurd – Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Avn Ziyab di daxuyaniya xwe de got, eger Tirkiye siyaseta xwe ya avê bi vî rengî bimeşîne, wê çemê Firatê zuha bibe.
Wezîr Avn Ziyab diyar kir, rezerva avê ya Iraqê kêm e û got, "Di navbera Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê de li ser parvekirina ava Firatê lihevkirinek heye û li gorî peymanê divê di saniyê de ji Tirkiyeyê 500 metrekup av berde."
Ziyab da zanîn, Tirkiyeyê nîvê ava ku di peymanê de hatiye diyarkirin hiştiye û wiha got, "Iraq dixwaze ev miqdar di çirkeyê de bibe 600 metrekup."
Bi taybetî li Iraqê ku di van salên dawî de hişkesalî zêdetir xwe dide hîskirin, rêveberî ji bo çavkaniyên avê gelek caran bang li Tirkiye û Îranê dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sandeke Iraqê ji bo ava çemên Dicle û Firatê serdana Tirkiyê dike
11 rbn 2021
Jiyan
Tirkiye: "Îsraîl bi awayekî eskere agirbestê binpê dike"
29 cot 2025
Cîhan
Ji bo qutkirina ava çemê Firatê 124 rêxistinan Tirkiye sermezar kirin
04 gln 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin