Tirkiye 40 tankên li sînorê Sûriyê sandin sînorê Yûnan

06 îlon 2020 16:27
Tirkiye 40 tankên li sînorê Sûriyê sandin sînorê Yûnan

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Tirkiyê, artêşa Tirkiyê dest bi veguhestina tankên xwe yên li sînorê Sûriyê bo sînorê Yunanistanê kiriye.

Ji ber alozî û nakokiyên li Derya Spî, Artêşa Tirkiyê tankên xwe yên li sînorê Sûriyê ber bi sînorê Yunanistanê ve vediguhêze.

Hat ragihandin ku tankên li bajarokên Reyhanli û Kumlu yên bajarê Hatayê hatibûn bicihkirin, li barhilgiran hatine barkirin û ber bi Edirneyê ve ketin rê.

Li gorî zanyariyan du karwanên barhilgiran ku nêzîkî 40 tank li wan hatibûn barkirin roja Şemiyê ji ser sînorê Sûriyê ber bi Edirneyê ve hatine şandin ku karwanên bargilgiran ji bendera Îskenderunê bi trênê bo Edirneyê têne veguhestin.