Tirkiyê 2 balafirên kargoya leskerî sand Afganistanê
PeyamaKurd - Malpera çavdêriya geştên balafirên sivîl û leşkerî ragihand, du balafirên kargoyên leşkerî yên Tirkiyê gihîştine esmanê Afganistanê.
Li gor zanyariyên malpera Flightradar, ew du balafirên serbazî yên Tirkiyê yên cûreya Airbus A400M ji baregeha Qeyserî ya artêşa Tirkiyê rabûne, lê nehatiye zanîn bê ew balafir li kîjan balafirgeha Afganistanê dadikevin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Wezareta Derve ya Qeterê doh 2yê Îlonê ragihandibû ku ew ji bo birêvebirina Balafirgeha Kabûlê bi Tirkiye û Talîbanê re danûstandinan berdewam dikin.
Li gorî zanyariyan îro Înê balafireke Îmaratî li Balafirgeha Kabulê daketiye û şandeke Îmaratê ligel rayedarên Îmarata Îslamî ya Afganistanê ango Talîbanê re dicive. Ev yekem car e piştî valakirina Afganistanê, balafireke sivîl a derve dadikeve Balafirgeha Kabulê.
Li gor zanyariyên medyayê, balafirên ku ji Tirkiyê rabûne, tîma teknîkî û şarezayên warê firokevaniyê tê de ne, bi mebesta rêkxistina Balafirgeha Kabulê berê xwe dane Efxanistanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin