Rusyayê, balafirên ser sandin baregeha leskerî ya Suriyeyê

16 îlon 2022 19:37
Rusyayê, balafirên ser sandin baregeha leskerî ya Suriyeyê

PeyamaKurd- Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî, di nav vê hefteyê de Rusyayê hejmarek balafirên şer şandine baregeha leşkerî ya Suriyeyê ya Hmeyminê.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Rusya, balafirên xwe yên ku li baregehên cuda yên Suriyeyê hatibûn bicihkirin, ber bi Lazkiyeyê ve vediguhêze.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, Rusyayê 9 balafirên xwe ji baregehên li rojhilatê Çemê Feratê rakirine û şandine baregeha Hmeymin a li Lazkiyeyê.

Di hûrgiliyên agahiyan de hat destnîşankirin ku rojên duşem û sêşema borî, 7 helîkopterên şer ên Ka-52 û helîkopterên Mi-8 ên veguhestina leşkerî, ji baregeha leşkerî ya Sarinê û Qada Hewayî ya Leşkerî ya Tabkayê, şandine Hmeyminê.

 Ji bilî van agahiyan, hat zanîn ku 2 balafirên şer ên Sukhoi yên Rusyayê jî ji Balafirgeha Qamişloyê, ji bo Hmeymimê hatine veguhestin.