Tirk îdîa dikin ku berpirsê PKKê ê Îskandînavê girtine
PeyamaKurd - Dewleta Tirkiyê îdîa kir ku "Berpirsiyarê Îskandinavyayê" yê PKKê ku bi bultena sor lê digeriyan û wek C.D binav dikin li Danîmarkayê destesetkirî ye.
Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyê C.D.yê ji hêla Serokatiya Daîreya Interpol-Europolê ya Midûriyeta Ewlehiya Giştî dihat teqîbkirin û li 192 welatî bi bultena sor lê digeriyan piştî îstixbarata ku wê ji Almanyayê here Danîmarkayê xebatên qefaltinê dest pê kirin.
Li gor îdîayan C.D.yê ji ber sûcê "endamtiya PKK/KCK" fîrar bû ji bona teslimî Tirkiyeyê bikin li Danîmarkayê hat qefaltin.
Hat îdîakirin C.D. "Berpirsiyarê Îskandinavyayê" yê PKKyê ye, di dawiya sala 2007an de li kampên li Kurdistanê maye û sala 2012an jî li Moskovayê di civîneke çapemeniyê de hatiye dîtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin