Tirk gefan li Amerîkayê dixwin

31 gulan 2018 21:19
Tirk gefan li Amerîkayê dixwin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim, li ser dagirkeriya li Sûriyê got: "Niha rojavayê Firatê temam bû, dê rojhilatê wê çawa bibe? Dê rojhilat eynen wisa bibe."

Yildirim di çarçoveya bangeşeya hilbijartinê de wiha axivî: "Tu rêyeke din a vê meselê tuneye. Em tu carî nikarin bi terorê re rûbirû bijîn. Em nikarin destûrê bidin. Dixwazî bila Amerîka li piştê be, kî dibe bila bibe. Dema mesele mijara welatê me be, tiştên din bêehemmiyet dimînin. Ev şîara me ye."


Yildirim herwiha got: "Di mijara Minbicê de, piştî israrên me, em gihîştin nuqteyekê û derdorên bêxem niha dibêjin werin em vê meselê biaxivin."