Tirimbêl li wesayîta polêsan qelibî: 7 kesan mirin

23 tebax 2026 12:47

Li Brîtanyayê otomobîlek ku di aliyê şaş de diçû, li wesayîteke polîsan qelibî. Di qezayê de 2 polîs û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Tirimbêl li wesayîta polêsan qelibî: 7 kesan mirin

RûpelNews - Li herêma Cleveland a Brîtanyayê otomobîlek ku di aliyê şaş de diçû, li wesayîteke polîsan qelibî.

Lêkolînên li cihê bûyerê yên ji aliyê xizmetên tenduristiyê û hawarçûnê ve eşkere kirin ku her 2 efserên di wesayîta polîsan de û 5 kesên di otomobîla din de jiyana xwe ji dest dan.

Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de peyama sersaxî ji bo kesûkarên miriyan ragihand.

Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.