Times | Erdogan amade ye êrîsî Rojava bike...

09 rêbendan 2019 14:56
Times | Erdogan amade ye êrîsî Rojava bike...

PeyamaKurd – Rojnameya Brîtanî Timesê li ser serdana Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê John Bolton ya bo Tirkiyê nirxandinek belav kir.

Di nirxandina Timesê de tê gotin, redkirina hevdîtina ligel Bolton ji aliyê Erdogan ve û daxwaza radestkirina baregehên Amerîkayê bo Tirkiyê, ji aliyê Amerîkayê ve wekî piçûkxistin hat nirxandin.

Peyamnêrê Rojhilata Navîn ê Timesê Richard Spencer nirxandinek bi sernavê, "Erdogan, bi kêmdîtina Amerîkayê re amade ye êrîşî Kurdan bike” belav kir.

Spencer di nivîsa xwe de dibêje, daxuyaniyên Bolton ên derbarê parastina Kurdan de yên beriya serdanê, Erdogan hêrs kiriye û di berdewamê de dide zanîn, Erdogan amade ye li Rojava êrîşekî li dijî çeperên YPGê bide destpêkirin.