Tîma Kurdistanê bi 4-0 serkeftineke teqez bi dest xist

29 tîrmeh 2019 09:33
Tîma Kurdistanê bi 4-0 serkeftineke teqez bi dest xist

PeyamaKurd - Tîma Netewî ya Ciwanan a Kurdistanê îro di çarçoveya Kûpaya Norwêjê de, serkeftineke mezin bidest xist û reqîbê xwe bi 4 golan têkbir.

Di gera yekemîn a di çarçoveya Kûpaya Norwêjê (Norway Cup 2019) de, Tîma Netewî ya Ciwanan a Kurdistanê li hember reqîbê xwe Drobak Frogine re hat pêşberî hev û Tîma Kurdistanê di yariy xwe yekem de bi 4-0 bi ser ket û 3 puanên girîng bi dest xist.

Di nîveka duyem a yariyêde jî, her yek ji Ebdullah Salih û Eyser Qasim, du golên din ji tîma Kurdistanê re tomar kirin û bi vî awayî, Tîma Netewî ya Ciwanan a Kurdistanê yekemîn yariya xwe ya di de bi 4-0 bir. Biryar e îro Duşemê 29ê Tîrmehê demjimêr 13.40 xulekî, tîma Kurdistanê li hemberî tîma Hasl Lorenê bilîze.

Tîma Netewî ya Ciwanan a Kurdistanê, piştî 4 salan di kategoriya A de beşdarî Norway Cup 2019an de bûye. Norway Cup ji sala 1972an ve bê navber di meha Tîrmehê de tê lidarxistin û ji 60 welatan tîmên futbolê beşdariyê têde dikin.

Tîma Kurdistanê jî heta niha 4 caran beşdarî Norway Cupê bûye. Tîma Kurdistanê sala 2012an neket nav 32 tîmên dawiyê, 2013an bû sêyem û 2014an jî bû dûyem. Tîma Kurdistanê di beşdarya xwe ya dawîn a sala 2015an de bibû serkeftiya Norway Cupê û kûpa bidest xistibû.