The Times | Wê Kurd bedêla xweseriyê deriyên sînor radestî Sûriyê bikin

07 rêbendan 2019 23:58
The Times | Wê Kurd bedêla xweseriyê deriyên sînor radestî Sûriyê bikin

PeyamaKurd - Rojnameya Times a Îngilîz raportek derbarê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê belav kir ku tê de dibêje, Kurdan berê xwe daye Eserd û amadekariya radestkirina herêmên xwe bo rêveberiya Sûriyê dikin.

Di raporta peyamnêrê Rojhilata Navîn ê Timesê Richard Spencer de behsa daxuyaniyên, rayedarên Amerîkî yên derbarê vekişîna ji Sûriyê û parastina Kurdan de tê kirin û tê gotin, "Lîderên YPGê li hemberî êrîşên Tirkiyê yên ser herêmên Kurd difikirin ku tenê bijardeya lihevkirin û muzakereyên ligel rejîma Sûriyê li pêş wan heye.”

Herwiha di nûçeyê de behsa bazaran jî tê kirin û tê diyarkirin, Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo danûstandinên ligel Şam û Moskowê berdewam dike û ji bo bi rejîma Esed re li hev bikin di nav hewldanê de ne û tê gotin, “Ger em li nûçeyan binêrin, Hemo li beramberî dayîna xweseriyê pêşniyar kiriye ku kontrola deriyên sînorî dewrî hikûmeta Sûriyê bikin.”

Di raporta Timesê de herwiha tê bibîrxistin ku hîn diyar nebûye ku aliyê rejîma Sûriyê di vê bazara tê kirin de, pêşniyarên aliyê Kurd qebûl kirine yan na.

Lê tê gotin ku rêveberiya Şamê naxwaze herêmeke wekî ya Başûrê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê were avakirin, berevajî dixwaze xweseriyeke sînorkirî be.