The Times: Mucteba Xameneyî bêhiş maye

07 nîsan 2026 15:47

Tê îdiakirin ku serokê Îranê Mucteba Xameneyî, piştî birîndarbûna bi giranî di êrîşa Amerîka û Îsraîlê de ku tê de bavê wî, Elî Xameneyî hatibû kuştin, "li Qûmê di bin dermankirinê de ye û bêhiş maye."

The Times: Mucteba Xameneyî bêhiş maye

RûpelNews - Li gorî raporteke rojnameya brîtanî The Timesê, ku xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk, noteke nirxandinê ya li ser bingeha îstixbarata amerîkî û îsraîlî diyar dike ku Xameneyî li bajarê Qûmê yê Îranê di bin dermankirinê de ye û ne di rewşê de ye ku welêt bi rê ve bibe.

Di raportê de hat destnîşankirin ku ku herwiha ji dewletên Kendavê re jî hatibû şandin, hatibû gotin ku "Mujtaba Xameneyî, yê ku bêhiş e, ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê ya giran li Qûmê tedawiyê werdigire û nikare beşdarî pêvajoyên biryargirtinê bibe."

Rapora ku diyar dikir ku Xameneyî di êrîşa Amerîka û Îsraîlê de ku tê de bavê wî, Elî Xamaneyî, hatibû kuştin, birîndar bûye, destnîşan kir ku ji bo şîroveyan li ser mijarê ji Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê û balyozxaneya Îranê ya li Washingtonê hatibû xwestin, lê heta niha ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Çima Xameneyî dernakeve pêşberî xelkê?

Nûnerê Mayînde yê Îranê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê, Ali Bahreynî, di daxuyaniyekê de di 27ê Adarê de diyar kir ku Rêberê Îranê Xameneyî ji ber metirsiya ewlehiyê dernakeve pêşberî xelkê.

Bahreynî ku îdia dike ku rêberê Îranê rêvebirina welêt didomîne, her wiha îdia kiribû ku tenduristiya Xameneyî baş e.