The Times: Amerîka ji bo baregeha Încirlikê veguhêzin Girîtê bi Yûnanistan re hevdîtinan dike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, serdana Yunanistanê dike, çav li rê ye serdana Kendava Souda ya li Grava Gîrîtê jî bike ku tê gotin, armanca wê serdanê plansaziya bo veguheztina baregeha Încirlik a li Edeneya Tirkiyê bo Girava Girîtê ye.
Rojanmeya The Times ragihandiye ku Pompeo li Yunanistanê di çarçova plansaziya zêdekirina hêza Amerîkayê li rojhilatê Derya Spî û li ser veguhestina Baregeha Leşkerî Încirlikê bo Girava Girîtê wê hevdîtinan bike.
Rojnameyê diyar kiriye, ew serdan wê yekê nîşan dide ku li hember gotinên Erdogan ên li dij rojava û kirîna sîstema berevaniya asmanî ji Rûsyayê, sebra Washingtonê kêm bûye.
Di nûçeyê de tê gotin, baregeha Încirlik di heyama Şerê Sar de hatiye avakirin û ji bo berjewendiyên Amerîkayê xwedî pêgeheke stratejîk e û di demên dawî de jî xaleke girîng bû ji bo êrîşên asmanî yên li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê.
Rojanmeya The Times dide zanîn ku Kendava Souda ya li Crete (Girît) ku Pompeo îro serdana wê deverê dike, ji aliyê Senatoya Amerîkayê ve wek alternatîfeke baş tê dîtin ku di nav 2 hefteyan de Pompeo cara duyem serdana wê dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin