The Investigative Journalê binpêkirinên li Serêkaniyê belge kir

06 berfanbar 2019 22:38
The Investigative Journalê binpêkirinên li Serêkaniyê belge kir

PeyamaKurd – Di platforma rojnamevaniya serbixwe The İnvestigative Journalê de, nivîsek bi îmzeya Lindsey Snell hat weşandin ku tê de, bûyerên binpêkirina mafên mirovan ên êrîşên artêşa Tirkiye û komên çekdar li Serêkaniyê hatin belge kirin.

Di nivîsa The İnvestigative Journal a Lindsey Snell de, binpêkirinên giran ên mafên mirovan û nehiştina alîkariyên mirovî ji aliyê dezgehên xêrxwazî ve bi dîmen û vîdyoyên şahidan hatin belavkirin.

Snell bi zarê malbata Xebat a Serêkaniyê ku wekî bi sed hezaran kesan neçarî koçberiyê bûye dibêje,  di nav sê salên dawî de 3 car in neçar dibin terka mala xwe bikin ku ya herî dawî jî ji ber êrîşên Tirkiyê reviyane û hajê wan ji aqûbeta yên mayî nîne.

‘Kurd ji hemû rewşên xirab re amade ne’

Di nivîsê de tê diyarkirin ku Kurd ji hemû rewşên xirab re amade ne û li ser navê malbata Xebata wiha tê gotin:

“Di navbera sivîl û artêşê de cudahî nekirin. Ji ber wê em reviyan. Tenê hatin û em hemû bombebaran kirin. Yên ku man… Em aqûbeta wan nizanin. Em dizanin ku gelek ji wan hatine kuştin û di bin kavilên xaniyan de mane. Tirkiye nahêle ne Neteweyên Yekbûyî ne jî rêxistineke din bikeve Serêkaniyê. Ji ber wê jî em hê jî aqûbeta nas û xizmên xwe yên mayî nizanin.”

‘Komên çekdar piştî talan û diziyê xaniyê xelkê kirine binkeyên leşkerî’

Di berdewamê de jî tê diyarkirin ku komên çekdarên bi navê SMO-OSO dest danîne ser mal û milkên wan û talan kirine û dizî ne ku xaniyên wan jî wekî binkeyên leşkerî têne bikaranîn.

Malbata Xebat bang li NY û welatên zilhêz dike û dibêje, ka li ku derê ne? Yên ku xwe wekî mafparêz nîşan didin li ku ne?

Snell di nivîsa xwe de balê dikişîne ser zehmetî û bêderfetiya rêxistinên alîkariya mirovî û bi zarê Doktorê nexweşxaneya Hesekê Dr. Abbas Mansur dide zanîn ku ji ber bêderfetiyê doktor dibêj, “Niha tenê em organên qurbaniyan jêdikin û bi sirkê dişon.”

‘Tirkiye ne tenê xalên leşkerî, hemû civakê dike armanc’

Dr. Abbas dide xuyakurin ku beriya operasyonên Tirkiyê bi demekê ew ji Swêd bi dilxwazî hatiye Rojava û di nav şert û mercên pir xirab de, hewil dide qurbaniyan bide jiyandin ku tevî bêçaretiyê jî hêvîya xwe tîne ziman.

Rojnamevan Lindsey Snell dibêje, Tirkiye ne tenê xalên leşkerî dike armanc, herwiha dixwaze tevahiya civaka heyî tune bike û dîsa bi zarê Dr. Mansûr dibêje, Tirkiye ligel agirbestê jî êrîşên xwe dewam dike û bi zanebûn rêyên îkmalê ku alîkariyê bigihînin sivîlan asê dike.

‘Ne ji Kurdan bûye, wê DAIŞê Ewropa jî dagir bikira’

Di dawiyê de jî Dr. Mansûr li ser pirsa ‘Tu yê heta kengî li vir bimînî?’ jî dibêje, “Wekî pizîşkekî tibê û mirovekî hîs dikim ku li vir pêdivî bi min heye. Lewra van mirovan êrîşî Tirkiyê nekiriye. Di dinyaya xwe de tenê ne. Artêşa duyem a mezin di NATOyê de êrîşî wan kir. Ji ber ku Kurdan welatên rojavayî ji terorê rizgar kirine, erka ser milê her kesî ye alîkariyê bidin wan. Heger wan şerê DAIŞê nekiriba, dibû ku DAIŞê ne tenê Rojhilata Navîn heta Ewropa jî dagir bikira. Heke niha Amerîka, Kanada û Ewropa bi ewle be, ev ji berxwedan û wêrekiya Kurdan tê.”

Werger û Amadekirin: PeyamaKurd