The Guardian: Pasdaran gefa destdirêjiya cinsî li xwiska rojnamevaneke îranî xwar

31 gulan 2023 22:25
The Guardian: Pasdaran gefa destdirêjiya cinsî li xwiska rojnamevaneke îranî xwar

PeyamaKurd - Rojanameya The Guardian a înglizî di nûçeyeke xwe de ragihand ku Supaya Pasdarên Îranê gef li rojnamevaneke Îranê xwariye ku li mala xwişka wê ne û ew dê destdirêjiya cinsî lê bikin.

Li gorî nûçeyê, hêzên Supaya Pasdaran peyamek ji rojnamevaneke Îranê re şandine û gef li wê xwarine ku ew di mala xwişka wê de ne û dê destdirêjiya cinsî li xwişka wê bikin.

The Guardanê navê wê rojnamevana îranî eşkere nekiriye, lê daye zanîn ku ew ji bajarê Tehranê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye du rojnamevanên bi navên Nîlûfer Hamidî û Îlahe Mihemedî, bi sedema ku nûçeya kuştina Jîna Emînî belav kiribûn, li dadgehên Îranê bi tohmeta sîxurî ya Saziya Îstixbarata Amerîkayê  CIAyê têne tohmetbarkirin û cezayên giran bi ser wan de hatiye sepandin.