Tevî agirbesa di navbera Tacikistan û Kirgizîstanê de carna pevçûn çêdibin

18 îlon 2022 02:43
Tevî agirbesa di navbera Tacikistan û Kirgizîstanê de carna pevçûn çêdibin

PeyamaKurd – Pirsgirêkên di navbera Tackistan û Kirgizîstanê de yên sînorî dewam dikin. Pirsgirêk carna bi şer û pevçûnan encam didin. Çend roje ku di navbera her dû dewletan de li ser sînor pevçûn çêdibin. Çend roj berê di navbera her dû terefan de agirbes hatibû ragihandin lê dîsa pevçûnên wan carna çêdibin.

Li ser mijarê wezîrê karên derve yê Kirgizîstanê Ceenbek Kulubayev di rêya telefonê de bi sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî bi Antonio Guterres re li ser pevçûnên sînor axifî û got ku jimara birîndaran gihaye 143 kesan.

Li ser zêdebûna pevçûnan, do her dû teref agirbesê ragihandibûn û jimara birîndaran 132 bû lê Tacîkistan dibêje ku 11 leşkerên din jî birîndar bûne û jimara wan derketiye 143 kesan.

Kulubayev di wexta ku bi Guterres re axifiye behsa kuştina sîvîlan, dibistanan, xaniyan, zerardayîna avahiyên bingehîn, yaxmakirina mulkên Tacikan û mijarên weka wan kiriye.

Guterres jî ragihandiye ku rewşê bi endîşe dişopîne û di hefteya pêşiya me de, wê bi wezîrê karên derve yê Tacîkistanê bi Sirojiddin Muhriddin re li New Yorkê li ser rewşê biaxife.