PDK-S: Tevî astengiyan diyalog di navbera aliyên Kurdî de berdewam e
PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) di rapora xwe ya siyasî ya mehane de, tekeziyê li ser berdewamiya di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de dike û radigihîne, tevî astengiyan, diyalog ji bo hevbeşiyeke rasteqîn berdewam e.
Polîtburoya PDK-Sê xalên astengiyê yên li pêş diyalogê derdikevin eşkere kirin: ''Pirsên girtî û revandiyan, leşkeriya neçar, perwerde, sepandina bacan li ser welatiyan û babeta ewlehî û berevaniyê ne.''
Di raporta PDK-Sê de hat diyarkirin: ‘‘Piştî ENKS û PYNKê li ser belgenameya Nerîna Siyasî û pirsa Lêvegera Kurdî ya Bilind li hev kirin, gelek welatên bihêz wek Fransa, Almanya û Brîtanya piştevaniya xwe ji van danûstandinên ku bi serperiştiya Amerîka tên kirin, nîşan dan.’’
Polîtburoya PDK-Sê destnîşan dike: “Em wek PDK-Sê, bi rêya ENKSê re piştevaniya xwe ji bo serxistin û serkeftina van danûstandinan tekez dikin, bi awayekî ku hevbeşiyeke rasteqîne di navbera her du aliyan de pêk were û bikeve berjewendiya yekrêziya kurdî û helwesta wê ya siyasî.”
Heft meh in ENKS û PYNK danûstandinan dikin û niha danûstandin di qonaxa sêyemîn de berdewam in. Di qonaxa yekem de li ser Nerîna Siyasî û di qonaxa duyem de jî li ser Lêvegera Kurdî ya Bilind li hev kirin.
Niha qonaxa sêyemîn a danûstandin e. Çavdêr dibêjin, ev qonaxa herî giring û zehemt e, ji ber ku danûstandin li mijarên wek leşkerî û tevlîbûna ENKSê di nava rêveberiyê de tên kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin