Tevgera Sedir hilbijartinên Parlemantoya Iraqê baykot dike

15 tîrmeh 2021 15:33
Tevgera Sedir hilbijartinên Parlemantoya Iraqê baykot dike

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir, hilbijartinên Parlemantoya Iraqê baykot dike û vekişandina xwe û tevgera xwe ji siyaset û hikumraniya Iraqê ragihand.

Muqteda Sedir îro di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, piştevaniya xwe bo kabîneya nehem a Hikûmeta Iraqê ya di serokatiya Mistefa Kazimî de vedikşîne û piştevaniya hikûmeta pêş a Iraqê jî nake.

Muqteda Sedir, wezîrê ser bi Tevgera Sedir ve jî, ji kabîneya Hikûmeta Iraqê kişand.

Muqteda Sedir di konferansê de da zanîn: “Ez xwe ji ber berpirsatiyê nadim aliyekî, lê tiştê ku niha li Iraqê dibe, planeke şeytanî ya navdewletî ye ji bo stûxwarkirina Iraqiyan e.”

Muqteda Sedir ne rasterast, dijatiya xwe ji bo wan milîsên Heşdî Şeibî yên nêzîk Îranê jî diyar kir û got: ‘‘Ey gelê Iraqê li ser we ferz e dijatiya gendelan, ewên ku xwe bi derve ve girêdane û ewên hewla asayîkirina pêwendiyên li gel Îsraîlê didin bikin.’’

Herwiha got: “Nabe Iraq wek Sûriye û Efxanistanê bibe qurbaniya siyasetên navxweyî, herêmî û navdewletî.”

Sedir eşkere kir: “Mixabin her tiştê xweşik li Iraqê nemaye û tenê wêrankirin maye. Iraq tijî dagirker û gendel e, hemû li ser berjewendiyên kesî li hev kirine ku hemû pere, hêz û çek dixwazin.”

Muqteda Sedir ne rasterast, vekişandina xwe û tevgera xwe ji siyaset û hikumraniya Iraqê ragihand û daxwaz ji siyasiyan kir, hilbijartin û siyaset bila ji bo wan be û ‘‘Bila heskirina Iraqê jî ji bo me bihêlin.’’

Biryar e roja 10ê Cotmeha 2021an, hilbijartinên Iraqê Encûmena Nûneran (Parlemanto) a Iraqê bên kirin.