Nûnerê Tevgera Sedir: Divê astî û têgihîstin di navbera aliyên siyasî yên Iraqê û Kurdistanê de hebe

26 cotmeh 2021 20:25
Nûnerê Tevgera Sedir: Divê astî û têgihîstin di navbera aliyên siyasî yên Iraqê û Kurdistanê de hebe

PeyamaKurd - Nûnerê Tevgera Sedr Emîr Kînanî di forûma MERÎ ya bi sernavê "Iraqeke Seqamgîr Ji bo Herêmeke Seqamgîr" ku li Hewlêrê tê lidarxistin axivî û got, heger hemû aliyên siyasî yên Iraqê di xema pêşeroja Iraqê de nebin, wê demê Iraq dê ber bi helandinê ve biçe.

Rêveber û nûnerê Tevgera Sedr di dîdara Merî de ragihand, “Niha Iraq rûbirûyî metirsiyên mezin e û ew metirsî piralî ne. Ji wêraniya Iraqê bigre heta nebûna bingehekî bihêz û parçebûna nêrînan û lewaziya Iraqê li ser asta navnetewî de û hilweşîna aborî, hemû ewane ji me re dibêjin ku Iraq li pêş helandinê ye. Ji ber wê pêwîste hemû ewên ku niha wek kutleyên bihêz ên siyasî li Iraqê ne bi hevre kar bikin ku Iraqî ji pêşeroja xwe piştrast bin û Iraq rêz li mafê me hemûyan bigre.”

Nûnerê Tevgera Sedr destnîşan kir: “Divê aştî û lihevtêgihîştin di navbera kutleyên siyasî yên Iraq û herêma Kurdistanê de hebe. Ji ber proseya siyasî bi nêrîna yekalî ya şîe, sune û kurd birêve naçe. Eger em dixwazin em hemû jê sûdmend bin, divê mafê takekesên Iraqê li Besra heta Zaxo bê diyar kirin û hikûmeta pêş a Iraqê wan hemû bingehan li berçav bigire, ku fermanberek li Hewlêr û Silêmaniyê jî heman ew mafê wî hebe ku li Bexda û Besra û Necefê heye.”