Tevgera Goran wê serdana PDKê bike

30 gulan 2024 22:22
Tevgera Goran wê serdana PDKê bike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku biryar e şandeke Tevgera Goran bi serokatiya Omer Seyîd Elî serdana PDKê bike.

Li gorî zanyariyên ji nav Tevgera Goranê, di demeke nêzîk de şandeke Tevgera Goran a bi seroktiya Serokê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî û hejmarek berpirsan serdana Civata Niştimanî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dike.

Beriya wê serdanê jî tê çaverêkirin Desteya Rêveberina Tevgera Goran roja Şemiyê bi serokatiya Mistefa Seyîd Qadir û çend endamên wê civîneke amadekariyê pêk bînin.

Di hevdîtina Goran û PDKê de tê çaverêkirin mijarên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, pêwendiyên navbera herdu partiyan û pêwendiyên Herêma Kurdistanê-Iraq û çend pirsên din bên gotûbêjkirin.