Erdogan dê serdana Şamê bike

15 tebax 2026 11:47

Balyozê Tirkiyeyê yê li Şamê Nuh Yilmaz ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan beriya dawiya vê salê dê serdana Şamê bike û biçe Mizgefta Emewiyê.

Erdogan dê serdana Şamê bike

RûpelNews - Balyozê Tirkiyeyê yê li Şamê Nuh Yilmaz, ji kanala El Jazeera re axivî.

Yilmaz diyar kir ku piştî hatina desthilatdariya rêveberiya nû li Sûriyeyê gefên ewlehiyê yên sereke yên li ser sînor ji holê hatin rakirin û destnîşan kir ku nûertiya herî mezin a dîplomatîk a Tirkiyeyê ya li cîhanê li Şamê ye.

Yilmaz derbarê egera serdana Erdogan bo Şamê de wiha axivî:

"Serokomarê me ji Şamê û Mizgefta Emewî hezeke mezin dike. Serdanên ku berê hatibûn plankirin ji ber rûdanên li herêmê hatibûn paşxistin. Em hêvî dikin ku beriya dawiya vê salê Serokomarê me li Şamê bibînin. Ew kêliya dîrokî ku birêz Erdogan û Birêz Şera di Mizgefta Emewiyê de bi hev re bimeşin, dê hêza hevkariya stratejîk a di navbera her du welatan de nîşanî cîhanê bide."